AMEDTIMES- Çiyayê Agiriyê yê ku bi bilindahiya xwe ya 5 hezar û 137 mêtroyî va cihê herî bilind ê welêt e digel gelek heywanên kovî û beyanî mazûvantiya cureyên nebatan jî dike.

Serokomar Erdogan: Piştgirî û baweriya me ya bo OVPyê tam e Serokomar Erdogan: Piştgirî û baweriya me ya bo OVPyê tam e

Ji bo ku li ser cureyên nebatan ên li çiyayê li sînorên Îran, Nexçiwan û Ermenistanê ya Tirkiyeyê cî digire û lê habîtatên cuda hene bê vekolîn bi pêşengiya Prof. Dr. Tuncay Dîrmenciyê Hîndekarê Perwerdeya Biyolojiyê ya Fakulteya Necatîbeyê ya Zanîngeha Balikesîrê bi piştgiriya TUBÎTAKê xebat dan destpêkirin.

Li Çiyayê Agiriyê bi taybetî li berpalên bakurê rojhilat ên ji ser 3 hezar mêtroyî dê li ser cureyên tên zanîn vekolîn bên kirin.

Tê armanckirin ku cureyên nû yên ku dê li çiyayê bilind û xwedî axên ji hev cuda bên keşifkirin li lîteraturê werin qeydkirin.

Prof. Dr. Tuncay Dîrmencî daxuyaniyek da  û got ku li Çiyayê Agiriyê bi piştgiriya TUBÎTAKê xebateke girîng dikin.

Dîrmencî bal kişand ser bilindahiya Çiyayê Agiriyê û got ku "Ji ber ku bilindahiya li vir ji ber volkanîzmayê ye Çiyayê Agiriyê mazûvantiya nebatên xwedî taybetmendî dike. Herêmeke wisa ye ku mazûvantiya nebatên ku li Tirkiyeyê ji ser 3 hezar mêtroyî ra nayên dîtin yan jî li welatên cîran ên nêzî herêmê nayên dîtin, dike."

Dîrmencî bi bîr xist ku li Îdira li bakurê çiyê cî digire ji ber ber û bereketa axê mişmiş û pembû tê hilberîn û ev gotin:

"Çiyayê Agiriyê cihekî wisa ye ku lê endamên endemîk ên ku cara ewil di alema zanistê da cî girtin û tenê li vê herêmê digihêjin hene. Bi vê halê xwe va Çiyayê Agiriyê ji hêla pirçeşîdiya biyolojîk va hê jî cihê ku heq dike nedîtiye. Ya rast pêkan e ku xebatên ekoturîzmê yên ku cureyên taybet ên wiha bên kirin, di vî warî da bi kêr bên."

Çavkanî: AA