AMED TIMES- Tîma parêzgeha Amedê, Amedspor yekemîm lîstika xwe li Stenbolê bi tîma Fatih Karagumrukê re lîst.
Maç 0-0 bi dawî bû.
Futbolîstê Portugalî yê Amedsporê Bruno Lourenço di maçê de seqet bû û paşê jî ji maçê derket.
Bruno Lourenço li ser hesabê xwe yê Instagramê bi Kurdî daxuyanî da û ji ber performansa xwe ya xerab lêborîna xwe xwest.
Bruno Lourenço wiha got:
“Ji ber ku min nekarî alîkariya tîmê bikim û ez ne di asta xwe ya herî baş de bûm gelekî xemgîn im.
Ez soz didim ku bi awayî bihêztir vegerim û ji klûbê re gelekî bibim alîkar.
3 hefte man ez dê dîsa bi were bim. Ez jî ji vê malbata Kurd im.”
Çavkanî: Rûdaw