AMED -  Amedspora ku vê sezonê derbasi Lîga 1ê ya TFFyê bû ji bo tîma xwe xurtir bike û kadroyeke baş ava bike dest bi xebatên xwe yên transferê kiriye.

Hat îdiakirin ku Rahênerê Amedsporê Ersun Yanal navbirê Galatasarayê Sergio Oliveria dixwaze transferê tima xwe bike. Tê gotin ku Sergio Oliveria ku tê payîn ku ji Galatasarayê veqete, ji aliyê Rahênerê Amedsporê Ersun Yanal ve xistiye lîsteya xwe ya transferê.

Hat ragihadin ku Galatasaray plan dike ku Oliveriayî bi awayekî kirê bide tîmeke din an jî bifiroşe tîmeke din. Eyupspor a ku yek ji tîmên Lîga Superê ye bi lîstikvanê 32 salî Oliveria re eleqedar bûye, lê ji aliyê Rahêner Arda Turan ve nehatiye qebûlkirin.

Çavkanî: Amed Times