Can Yurtsevenê bi roj di karê cotyariyê de hevkariya bavê xwe dikir û tenê bi şev derfeta wî ya xwendinê hebû, beşa bijîşkiyê ya Zanîngeha Yuzunci Yilê ya Wanê qezenc kir û xeyala xwe kir rastî.

Rojhat Ozerê ku kurê bavekî mêşvan e û havînan bi bavê xwe re karê mêşvaniyê dikir jî îsal heman beş qezenc kir.

“Carinan li ber ronahiya mûmê dixebitîm”

Can Yurtseven wiha behsa çîroka serkeftina xwe kir:

“Em li bajarokê Xirwatî dijîn. Em 9 xwişk û bira ne, ez zarokê pêncê me. Bavê min bi cotkariyê re mijûl e. Di pêvajoya ezmûnê de, min bi roj alîkariya bavê xwe dikir. Dema dibû êvar jî ez heta derengiya şevê li dersan dixebitîm. Carinan dema elektrîk diçû, min li ber ronahiya mûmê dixwend. Pêvajoya amadekariya ezmûnê bi vî awayî berdewam kir. Rojên ku ez nediçûm alîkariya bavê xwe jî ez diçûm navenda xwendinê û pirsên ku min nedizanî ji mamosteyên xwe dipirsîn. Wan gelekî alîkariya min kir.”

Can Yurtseven da zanîn ku wî îlhama serkeftinê ji du xwişkên xwe yên perestar wergirt.

“Ew di karê gund û xwendinê de jî serkeftî ye”

Xizmekî wan ê bi navê Veysî Şahîn jî bi van hevokan behsa Can kir:

Dûpişk digirtin, 387 hezar lîre ceza lê hat birîn Dûpişk digirtin, 387 hezar lîre ceza lê hat birîn

“Ez mirovê Can im, ew gelekî jîr e, di karê gund de û di xwendinê de jî serkeftî ye. Wî tip qezenc kir û ev yek ji bo me cihê şanaziyê ye.”

Rojhat Ozer jî da zanîn ku ev 40 sal in bavê wî mêşvaniyê dike û wî jî havînan alîkariya bavê xwe dikir.

“Ez dixwazim bibim bijîşkê ewil ê gund”

Rojhat Ozer jî wiha behsa xwe kir:

“Em 10 xwişk û bira ne û yê herî biçûk ez im. Pêvajoya min a YKSyê (ezmûnek e ji bo çûna zanîngehê) par dest pê kir, min par dibistana amadehiyê qedand. Min îsal beşa ku dixwest qezenc kir û ez li başa Tipê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê a Wanê bi cih bûm. G E V E R-1G E V E R2Li gundê me bijîşk nînin bi saya Xwedê ez dixwazim wekî bijîşkê ewil li gundê me dest bi kar bikim.”

Çîroka van her du gêncan çîroka gelek zarokên Kurd e.

Di nava şert û mercên herî dijwar yên jiyanê de karîne serkeftinên mezin bi dest bixin.

Çavkanî: Rûdaw