AMED TIMES- Hakemê pêşbirka (maça) Amedspor-Menemenê ya ku dê dawiya vê hefteyê di Lîga 2yemîn a TFFyê de bê lîstin diyar bû.
TFFê ji bo pêşbirka krîtîk, hakem Yasîn Kol ku xwedî tecrûbeya Lîga Super e destnîşan kir.
Amedspora ku di lîgê de xwedî 80 pûanan e û bi pêşbirka Menemenê dixwaze şampiyoniyê misoger bike.
Pêşbirk wê roja şemiyê saet di 15:00 de li Stada Diyarbekirê bê lîstin.
Yasîn Kol kî ye?
Yasîn Kol Liseya Sürmene qedandiye. Kol ku pîşeyê wî yê sereke nobedar e (güvenlik görevlisi).
Di 3yê Adara 2019an de cara ewil di Lîga Superê de wekî hakemê 4emîn xebitiye. Ew ji sezona 2020-2021-an vir ve wekî hakemê naverast (orta) pêşbirkan birêve dibe.
Di daxuyaniya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê ya sala 2024an de hat diyarkirin ku Kol daketiye kategoriya jêrîn.