Li Almanyayê êrişa çekdarî: Kesek ji aliyê polîsan ve hat kuştin Li Almanyayê êrişa çekdarî: Kesek ji aliyê polîsan ve hat kuştin

A J A N S1 Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, beşdarî civîna lijneya rêveberiya Ajansa Pêşketinê ya Qerejdaxê ya ku di bin serokatiya Waliyê Ruhayê Hasan Şîldak û Waliyê Amedê Murat Zorluoglu de hat lidarxistin bû. Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Ruhayê (ŞUTSO) Mehmet Yetim û Alîkarê Sekreterê Giştî yê Ajansê Yunus Çolak beşdarî civîna li avahiya xizmetê ya Amedê ya Ajansa Pêşketinê ya Qerejdaxê bûn.

Di civînê de xebat û lêkolînên ku ji aliyê Ajansa Pêşketinê ya Qerejdaxê ve di warê pêşketina herêmê de tên kirin hatin nirxandin. Her wiha li ser rewşa bernameyên neteweyî û navneteweyî yên ku ji aliyê Ajansa Pêşketinê ya Qerejdaxê ve tên meşandin jî hat axaftin.

Çavkanî: Şarederiya Bajarê Mezin a Amedê