AMEDTIMES- Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, serdanên xwe yên li navçeyan berdewam dike. Hevşaredar Bucak ku li navçeya Çungûşê kontrol kir, Alîkarê Sekreterê Giştî Reşat Bakan, serokên daîreyan û endamên meclîsê jî tevlî wê bûn.

Li Efxanistanê rewşa jinebiyan çawa ye? Li Efxanistanê rewşa jinebiyan çawa ye?

 Hevşaredar Bucak ewil li Taxa Yenîkoyê ya Çungûşê bi weH E V Ş A R E D A R1-1latiyan re hat cem hev. Bucak di civîna li qehwexaneya taxê de bi welatiyan re sohbet kir û li daxwazên wan guhdarî kir.

Hevşaredar Bucak li mixtarên gundan guhdarî kir

Piştre Bucak li Midûriyeta Kooperatîfa Kredî û Garantiyê ya Eşraf û Esnafên Yenî Çungûşê bi muxtarên taxê re civiya û der barê pirsgirêkên taxan de bi muxtaran re nêrînên xwe parve kirin.

Yekîneyên peywendîdar hatin wezîfedarkirin

Hevşaredar Bucak daxwazên rê, av, kanalîzasyon û çûnûhatinê bi keya û welatiyan re nirxand û ji bo çareserkirina pirsgirêkan, yekîneyên pêwendîdar erkdar kir.

Hevşaredar Bucak: Em ê pirsgirêkan çareser bikin

Hevşaredar Bucak diyar kir ku rêveberiya qeyûm ev 8 sal in yek proje jî pêk neaniye û ji ber vê yekê di hemû binesaziyan de pirsgirêk heye. Bucak diyar kir ku dê hemû pirsgirêkan gav bi gav çareser bikin.

Çavkanî: Şarederiya Bajarê Mezin a Amedê