Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, welatiyên ku serî li yekîneya Çareseriya Di Cî De ya ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel di bin banê Serektiya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel de xizmetê dike, pêşwazî kir. Hevşaredar Bucak têkildarî serlêdanan guh da welatiyan, bi welatiyan re sohbet kir û pêşniyar, gilî û daxwazên wan yek bi yek not kir.

Hevşaredar Bucak ji bo çareserkirina daxwazan yekîneyên pêwendîdar erkdar kir û ji bo çareseriya alîkariyên civakî û daxwazên kar bi welatiyan re nêrînên xwe guhert.

Hevşaredar Serra Bucak ligel Alîkarê Sekreterê Giştî Ozgur Yildirim, Seroka Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel Bêrîvan Guneş û endamên meclîsê bûn.H E V Ş A R E D A R1

Çavkanî: Şarederiya Bajarê Mezin a Amedê