AMEDTIMES- Şaredariya Êlihê tabelaya ku di heyama qeyûm de li têketina bajêr hatibû daliqandin, guhert û li ser tabelaya nû cih da Kurdî jî. Lê li şûna ku li ser tabelayê “Hûn bi xêr hatin” bê nivîsandin, şaşiyek hat kirin “Hûn bê xer hatin” hat nivîsandin.

Li Midyadê otomobîla ku agir pê ket hat vemirandin Li Midyadê otomobîla ku agir pê ket hat vemirandin

Ev mijar li ser medyaya civakî jî bû rojev û gelek kesan bertek nîşan da. Şaredariyê Êlihê derbarê vê xeletiyê daxuyaniyek da û diyar kir ku şîrketa reklamê ya ku kar wergirtiye ew şaşî kiriye. Şaredariyê herwiha lêborîna xwe xwest û da zanîn ku derbarê mijarê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

“Ji ber şaşitiyeke teknîkî tîpek şaş hatiye nivîsandin”

Daxuyaniya Şaredariya Êlihê wiha ye:

“Nivîsên ‘HÛN BI XÊR HATIN’ û ‘OXIR BE’ yên bi armanca ku li têketin û derketina bajêr werin daleqandin bi rêya fîrmayeke reklamê hatibûn amadekirin.

Lê ji ber şaşitiyeke teknîkî ya fîrmayê, tîpek şaş hatiye nivîsandin. Gotina ku dê were nivîsandin di şertnameya teknîkî de rast hatibû nivîsandin.

Lê hatiye tesbîtkirin ku ji aliyê fîrmaya reklamê ve li şûna ‘HÛN BI XÊR HATIN’, ‘HÛN BÊ XER HATIN’ hatiye nivîsandin.

Welatiyên hestyar li rewşê şikdar bûne û wan Şaredariya Batmanê jê agahdar kiriye. Şaredariya Batmanê bê ka ev yek bi qestî hatiye kirin an na lêpirsîn da destpêkirin.

Her wiha nivîsa şaş demildest hatiye rakirin û ji bo nivîs rast were nivîsandin Gerînendetiya Etût Projeyan aa Şaredariya Batmanê xebat daye destpêkirin.

Em ji ber vê şaşitiya teknîkî ji mêhvanên me yên ku serdana bajarê me dikin û ji gelê xwe lêborîna xwe dixwazin.”

Çavkanî: Rûdaw