AMED TIMES-  Dozgerê Giştî yê Dadgeha Tawanan a Navnetewî (ICC) Kerîm Khan xwest ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Rêberê Hemasê Yehya Sinwar bên girtin.

Dozger Kerîm Khan ku bi xwe Brîtanî ye diyar kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant, serkirdeyên Hemasê Yehya Sinwar, Mihemed Deyf û Îsmaîl Heniye li beramberî tawanên şer û yên dijî mirovahiyê yên li Xeze û Îsraîlê berpirs in.

Li gorî biryara ICCyê, eger Benjamin Netanyahu, Yoav Gallant, Yehya Sinwar,Mihemed Deyf û Îsmaîl Heniye, Yehya Sinwar bikevin nava 124 welatên endamên ICCyê dê bên girtin û wan bişînin Laheyê.

Îsraîl ne endamê ICCyê ye û eger fermanên girtinê ji bo Netanyahu û Gallant bên derxistin jî ti rîska darizandineke wan nîne.

Li aliyê din, tê texmînkirin ku her du rêberên Hemasê Yehya Sinwar û Mihemed Deyf li Kerta Xezeyê ne. 

Rêberê Hemasê Îsmaîl Heniye jî li Qeterê ye. 

Wezîrê Bazirganiyê yê Îsraîlê Bezalel Smotrich li ser biryara ICCyê axivî û da zanîn ku ew biryar durûtiyeke mezin e.

Bezalel Smotrich biryar wekî “nefreta li hemberî Cihûyan” wesif kir û wiha got: 

"Biryara girtinê ya li dijî wan (Netanyahu û Gallant) biryareke li dijî me hemûyan e.”

Smotrich ji bo rakirina wê biryara ICCyê jî bangî welatên dostên Îsraîlê kir. 

Çavkanî: Navenda Nûçeyan ya Amed Timesê