AMED TIMES- Kaptan û listîkvanê efsanewî yê Amedsporê Şehmus Ozer di sala 2016an de, di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû. Îro rojbûna Şehmus Ozer e û ew bû 44 salî. 

Şehmus Ozerê ku di sezona 2016-2017an de dema ku di tîma Amedsporê de dilîst di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû. 

Ozer di 2016an de canê xwe ji dest da 

Şehmus Ozer di 19ê Berfanbara 2016an de dema ji daweteke ku li Meletiyê beşdar bibû vedigeriya, li ser rêya Elezîz-Gozeliyê wesayîta wî ket kendalekê û jiyana xwe ji dest da.

Serokê Klûba Çalakiyên Sporê yê Amedê yê wê demê Nurullah Edemen, diyar kir ku dibe Şehmus Ozer ji qezayê bi birîndarî xilas bibû lê ji ber ku 24 saetan li kendalê mabû û herwisa ji ber ku kesî/ê qeza nedîtiye, cemed girtibe û jiyana xwe wisa ji dest dabe.

Amedsporê rojbûna kaptanê rehmetî pîroz kir 

Amedsporê rojbûna kaptanê rehmetî pîroz kir.

Çavkanî: NAVENDA NÛÇEYAN YA AMED TIMESÊ