Federasyona Komeleyên Jinan li ser kuştina jinan raporek belav kir Federasyona Komeleyên Jinan li ser kuştina jinan raporek belav kir

Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ISIG) rapora xwe ya Tebaxa 2024an a li ser mirina karkeran ragihand.

Di raporê de hat diyarkirin ku li Tirkiyeyê di meha tebaxê de 179 karkeran li ser kar canê xwe ji dest daye.

Meha tebaxê herî zêde di sektorên avahîsazî, rêyan û çandiniyê de mirinên li ser kar çêbûne.

Di sektora çêkirina avahî û rê û piran de 47 karkeran, di sektora çandiniyê de 39 karkeran, di sektora veguhastinê de 24 karkeran, di sektora otel û cihê manê de 10 karkeran û di sektora kanzayan de 8 karkeran canê xwe ji dest daye.

Ji sedî 23yê karkeran ji cihekî bilind ketine û ji sedî 20ê karkeran di qezayên trafîkê de canê xwe ji dest daye.

Herî zêde li parêzgehên Stenbol û Aydinê yên Tirkiyeyê karkeran canê xwe ji dest daye.

Çavkanî: Rûdaw