Li Midyadê otomobîla ku agir pê ket hat vemirandin Li Midyadê otomobîla ku agir pê ket hat vemirandin

Li gundê Deriyê Meşîkanayê yê Mêrdînê kesên ku di ber avahiyeke vala re derbas bûne qêrîna zarokekî bihîstiye. Dema çûne nava wê avahiyê, wan zarokekî biçûk ditîye ku dest û lingên wî bi kelemçeyên plastîk hatine girêdan û îşkence lê hatiye kirin. Wan di cih de dest û lingên wî vekirine û zarok ji avahiyê derxistiye.

Tam di wê demê de dêya ku navê wê nehatiye zanîn û bavê zarokê yê bi navê H.A. yê 35 salî xwest ji ber welatiyan birevin lê xelkê êrişî wan kir. Xelkê tê derxistiye ku li ser laş û serê wî zarokî şopên lêdan û îşkenceyê hene û zarok tî û birçî ye. Wan nan û av daye zarokê îşkencedîtî û xeber daye polîsan. Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê.

Hatin girtin

Dê û bav ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin. Polîsan piştî wergirtina îfadeyan jin û mêrên desteserkirî birin dadgehê. Dê û bav ji ber ku îşkence li zarokê xwe kiriye bi biryara dadgehê hatin girtin.

Li gorî agahiyan, piştî dermankirinê zarok dê radestî Rêveberiya Xizmetên Malbatê û Civakî ya Mêrdînê bê kirin. Hat zanîn dê û bavê ku îşkence li zarokê xwe kiriye ji Sûriyeyê ne.