AMEDTIMES- Li xwendekarên beşdarî kursên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê ve tên dayîn de malzemeyên qirtasiyê hatin belavkirin. Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, serokên beşên pêwendîdar û xwendekar beşdarî bernameya ku li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê hat lidarxistin bûn.

Serokomar Erdogan: Piştgirî û baweriya me ya bo OVPyê tam e Serokomar Erdogan: Piştgirî û baweriya me ya bo OVPyê tam e

Hevşaredaran çenteyên ku tê de alavên qirtasiyê hebûn li xwendekaran belav kirin.

Midûriyeta Xizmetên Ciwanî û Werzîşê ji bo ku newekheviya derfetan di perwerdeyê de ji holê rabe dê ji 880 xwendekarên din re destekê bide. Beriya destpêkirina sala nû ya xwendinê dê çenteyên ku tê de malzemeyên qirtasiyeyê hene li xwendekarên xwedî derfetên aborî kêm bên belavkirin.

Çavkanî: Şarederiya Bajarê Mezin a Amedê