Ç U N G U Ş3 Rêveberiya Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) xebatên xwe yên ji bo avakirina sîstemeke binesaziya modern û dabînkirina ava vexwarinê ya bi kalîte li navenda bajar, navçe û gundan didomîne.

Serokomar Erdogan: Piştgirî û baweriya me ya bo OVPyê tam e Serokomar Erdogan: Piştgirî û baweriya me ya bo OVPyê tam e

DÎSKÎya ku di vê çarçoveyê de projeyan dimeşîne, ji bo pêdiviyên ava vexwarinê yên 15 mal û 13 malên erdhejê yên li Taxa Kalaba ya navçeya Haniyê bi cih bîne, çalakî li dar xist.

Ekîbên girêdayî Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎyê ji bo ku hewcedariya ava vexwarinê ya Komelgeha devera Kalabayê û şêniyên erdhejê dabîn bike dest bi danîna 3 hezar û 200 metre xeta şebekeya ava vexwarinê kir. Bi qedandina xebatê re dê şêniyên taxê bibin xwedî ava vexwarinê ya saxlem û bi kalîte.

Rêvebirê Giştî yê DÎSKÎ'yê Mehmet Şerîfoglu, diyar kir ku xebatên veberhênan û xurtkirina binesaziyê ji bo ava vexwarinê ya ku çavkaniya bingehîn a jiyanê ye bi awayekî bênavber û bi tendurist gihandina cihên herî dûr ên bajêr dewam dike.

Çavkanî: Şarederiya Bajarê Mezin a Amedê