AMED TIMES-  Endamê Lijneya Îcrayê ya UEFAyê Servet Yardimci daxuyand ku fînalên Lîga Ewropayê ya UEFAyê ya sala 2026an û Lîga Konferansê ya UEFAyê ya sala 2027an wê li Stenbolê werin lîstin.

Civîna Lijneya Îcrayê ya UEFAyê ya ku Servet Yardimci beşdar bû, li paytextê Îrlandayê Dublinê hat kirin.

Lijneyê biryar da ku fînala Lîga Ewropayê ya UEFAyê ya sala 2026an li Tupraş Stadê ya Beşîktaşê bê lîstin û her wiha stada ku fînala Lîga Konferansê ya UEFAyê ya sala 2027an dê tê da bê lîstin jî dê paşê bê diyarkirin.

Çavkanî: AA