AMED TIMES – Cenazeyê karsazê Kurd Hekîm Lokman ku li Stenbolê rastî êrişî hatibû di wê êrişê de jiyana xwe ji dest da hat Amedê. Li Fatiha Stenbolê Karsazê Duhokî Hekîm Lokman rastî êrişê 10 kesan zêdetir hat kêr li dile wî xistin û wî kuştin.

Hekîm Lokmanê ku li Stenbolê rastî êrişî ha û jiyana xwe ji dest da piştî lêkolîna Tiba Edlî ya Stenbolê, xizmên wî cenazeya wî bi balafirê anîn Amedê. Cenazeya Lokmanî ji balafirgehê hat girtin û wesayitan bir ê ket û çû Herêma Kurdistanê bajarê Duhokê

“Êriş li hemberê hebûna Kurdan e’’

Hevserokê Dem Partiyê Tuncer Bakırhan, piştî qetilkirina Lokman li ser hesabê xwe ya medyaya civakî daxuyand: ‘’Welatiyê Kurdistana Federe Hekîm Lokman li Stenbolê li cafeyekê ji ber ku Kurdî peyivîye ji aliye 12 kesan ve rastî êrişeke hovane hatiye. Ew kêra ku li dile Hekîm Lokman hatiye xistin li hemberê hebûna Kurdan hatiye xistin. Ew polîtîkayên MHP-AKPyê ye ku civak bi jehrî dikin. Musebîbê van êrişên ku wan rojên dawî li ziman, sitran û çanda Kurdan tên kirin desthilatdar e. Kesên ku bi maskeyên JITEMê diçin maça futbolê ev wêrekiya xwe ji desthilatdarê digrin. Ev îklîma nefrete îro bû sedema kuştina Kurdekî. Em bangî desthilatdarê dikin ku ew polîtîkayên xwe yên şovenîst û nijadperestî biterikînin.

Bûyer çawa bû?

Cristiano Ronaldo di dîroka futbolê da bû yekemîn futbolîzê ku 900 gol avêtin Cristiano Ronaldo di dîroka futbolê da bû yekemîn futbolîzê ku 900 gol avêtin

Karsazê Duhokî Hekîm Lokman tevî hên xwe hat Stenbolê û li wir li Aksarayê çûn otelekê. Gor îdîayan Hekîm Lokmanî 45 salî tevî nasekî xwe bi Kurdî peyivî, wexta ew dipeyiviya rastî êrişên zimanî hat. Li cem Lokman du xizmên wî hebûn piştî nîqaşa her du aliyan Hekîm Lokman ji aliye grubê ve lêdan xwar û düre jî kêr li dile wî xistin. Her du xizmên wî jî lêdan xwarin. Dadwer daxuyand ku Hekîm Lokman bi derba kêrê li dile wî ketî jiyana xwe ji dest daye.

Parêzgeriya Stenbolê heyet da erkkirin

Parêzgeriya Stenbolê ji bo qetilkirina Hekîm Lokman heyetek da erkkirin. Tîmek ji Ewlehiya Şaxa Asayîş û Cînayetê ya Bûroya Stenbolê lêpirsîna bûyerê dikin li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê de.

Çavkanî: Yenigun