AMEDTIMES- Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê Mehmet Kasim Gulpinar bi vîdeoyekê ragihand ku wî ji Partiya Yenîden Refahê îstifa kiriye.

Gurpinar da zanîn, wî biryar daye ku wekî serbixwe Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê berdewam bike.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê Mehmet Kasim Gulpinar di peyama xwe de got:

“Em bi sedema ji bo li ku Şanliurfayê li ser xizmetên çêtir bisekinin, bi nêrîna hevpar a gelê xwe me biryar da ku wekî “Serbixwe” erka xwe ya Şaredariya Bajarê Mezin bidomînin.

Ez di wê baweriyê de me ku ji bo dawî li pevçûnên siyasî yên ku ev demeke dirêj e rojeva Şanliurfayê dagirtî ne û li şûna parçebûna siyasî, nîqaşên xizmetguzarî, veberhênan û paşêroja Rihayê werin kirin, berdewamkirina bi şêwaza siyaseteke serbixwe û yekgirtî dê sûdmend be.

Biryara ku me girtiye heta hûrgiliyên herî biçûk hatiye fikirîn û ji aliyê gelê me ve hatiye qebûlkirin.”

Erbakan bertek nîşan da

Li Efxanistanê rewşa jinebiyan çawa ye? Li Efxanistanê rewşa jinebiyan çawa ye?

Li aliyê din, Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan li ser îdiayên ku tê gotin, şaredarên partiya wî dê derbasî AK Partiyê bibin daxuyaniyeke nivîskî da û AK Partî bi “şantajên siyasî” sûcdar kir.

Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan got:

“Pêşîlêgirtina kar û xebatên şaredarên me yên Partiya Yenîden Refahê û rênedana wan a xizmetkirinê û guhnedana îradeya miletê me ya di 31ê Adarê de bi rêya şantajên siyasî û veguhertina şaredariyan ji bo AK Partiyê, ne ji aliyê siyasî û ne jî ji aliyê exlaqî ve tê qebûlkirin.”

Çavkanî: Rûdaw