AMED -Li navçeya Bazîda ya Agiriyê bi germbûna hewayê re komên çiyageran berê xwe da Çiyayê Agiriyê.

Çiyayê Agiriyê ku 5 hezar û 137 metreyan bilind e, piranî havînê her demsal bala çiyagerên xwemalî û biyanî dikişîne.

Bi germbûna hewayê re komên çiyageran di betlaneya Cejna Qurbanê de berê xwe da Çiyayê Agiriyê.

Li quntara çiyê havîn e, naverast bihar e û lûtke jî zivistaneke bi berf e.

Geştyarên xwecihî û biyanî yên çûn navçeyê piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj li bilindiya 3 hezar û 200 metreyî li qada ewil a kampê bîna xwe vedidin.

Çiyager şeva xwe li qada ewil derbas dikin û di pey re jî piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj digihêjin qada duyem a kampê ku 4 hezar û 200 metreyî bilind e.

Çiyager li vê qadê jî bîna xwe vedidin û di pey re hildikişin serê Çiyayê Agiriyê.

Çiyager di pey re dadikevin ku rêwîtiya wan a li çiyê 4 rojan dewam dike.

Rêberê geştyaran Ahmet Kurt diyar kir ku bi komeke ku bi qasî ji 130 kesan pêk tê hildikişin Çiyayê Agriyê.

Çavkanî: AA