AMEDTIMES- Serokatiya Daîreya Çêkirina Rêyan û Koordînasyona Binesaziyê, Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun di 7'ê Tebaxê de li ser rêya Taxa Ortaşar-Yondemli ya koma 5 kîlometre û nîv a ku di dema qeyûm de îhaleya wê  hatibû kirin, xebatên jêrzemînê hatin kirin, temam kir, lê ji ber sedemên cuda nehat asfaltkirin. 

 Rê ket ber xizmetêA M E D4

 Di çarçoveya xebatan de li ser rêya Taxa Ortaşar-Yondemli ya ku di nav sînorên navçeya Çinarê da ye, 5,5 kîlometro karê  binaxe, bingeh û 1+2 tebeqkirina rûyê asfaltê di demeke kurt de bi dawî bû û rê ket ber xizmetê.

Li Efxanistanê rewşa jinebiyan çawa ye? Li Efxanistanê rewşa jinebiyan çawa ye?

 Rêya nûvekirî hatûçûn hêsantir kir

 Bi saya rêya nû û xetên wê yên ku ekîban xêz kirin, pirsgirêka çûnûhatinê ya rêya kevin a Dêrikê, hin gund û mezrayên ku navenda Çinarê ne, hat çareserkirin.  Her wiha taxên gund ên derdorê jî ji navenda tenduristiyê û ji xizmetên perwerdehiya mobîl ên li Taxa Ortaşarê sûd werdigirin.

Çavkanî: Şarederiya Bajarê Mezin a Amedê