AMED TIMES - Li Diyarbekirê agirê li Sîteya Pîşesaziyê ya 3 emin ku bi 4 kargehan ketiye, piştî teqrîben 2 demjimêran hat temirandin. 

Li navçeya Kayapinarê li Sîteya Pîşesaziyê ya 3 emin, agirê ku bi kargeheke ket, di nav kurte demekî de, pêlên wê pekiyan 3 kargehên din û metirsiyan peyda kir. 

Piştî şewatê tîmên destwerdanên lezgîn yên agir temirandinê û tenduristiyê ji bo ciyê buyerê hatin veguhastin. Di encama mudaxeleya tîmên tamimarandinê de agir hat vemirandin, berketiyên şewatê jî hatin tedawî kirin. 

Li Midyadê otomobîla ku agir pê ket hat vemirandin Li Midyadê otomobîla ku agir pê ket hat vemirandin

Whatsapp Image 2024 08 08 At 11.19.17

Timên tendurustiyê tedawiya 19 kesên ku ji ber dumana şewatê bandor dîtibûn kir. 

Xebatkarekî agir temirandinê jî ji ber dumanê jehrî bû û ji bo nexweşxaneyê hat veguhstin. 

Li gor agahiyên destpêkê sedema şewata ku li kargeha otomobîl lê tên firotin destpê kiriye hêj ne diyar e.

Çavkanî: HABER MERKEZİ