AMED TIMES- Li Agirî qezaya trafîkê pêk hat. 

Li navçeya Zêdkanê li ser rêya Agirî û Erziromê otomobîl û mînîbûsek li hev qelibîn.

Di encamê de 7 kesên di her du wesayîtan de asê man.

Piştî qezayê, cendirmê, AFAD û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîman birîndarên asêmayî ji wesayîtan derxistin. 

Zarokekî yek salî yê bi navê A.A. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

6 birîndar birin nexweşxaneyê 

Tîmên tenduristiyê 6 kesên din birin Nexweşxaneya Dewletê ya Zêdkanê. 

M.A.yê ku bi giranî birîndar bûbû li nexweşxaneyê wefat kir

Hat ragihandin ku dermankirina 5 birîndarên din berdewam dike.

Çavkanî: AA