AMEDTIMES- Li bajarê Solingenê yê herêma Nordrhein Westfalenê ya Almanyayê ji bo 650emîn salvegera avakirina bajêr festîvalek dihat lidarxistin.

Doh êvarê li gorî dema herêmî saet derdora 21:45an de kesekî bi kêrê êrişî beşdarên festîvalê kir.

Serokomar Erdogan: Piştgirî û baweriya me ya bo OVPyê tam e Serokomar Erdogan: Piştgirî û baweriya me ya bo OVPyê tam e

Di encama êrişê de 3 kes hatin kuştin û herî kêm 6 kes jî birîndar bûne.

Herwiha hat ragihandin ku êrişkar ji cihê bûyerê reviyaye heta niha nehatiye desteserkirin.

Ji bo girtina êrişkar xebatên hêzên ewlehiyê berdewam in.

Çavkanî: Rûdaw