AMED - Danaşîna doza Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî dema di 28’ê mijdara 2015an de li ber Mînareya Çarling a li navçeya Sûr a Amedê hat qetilkirin dest pê kir. 

Tê payîn ku di danişîna dozê ya têkildarî cînayetê hatiye vekirin de îro biryar bê dayîn.

Di danişîna ku  li 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê lidarxistin de polîs Sînan Tabûr, Fûat Tan û Mesût Sevgî ji ber sûcê “biqisûra qestî bûye sedemê mirinê” tên darizandin.

Her  wiha di dosyayê de tê xwestin ku bersûcê fîrarî Ûgûr Yakişir bi îdiaya “du polîs kuştine û xerakirina yekitiya dewletê” were cezakirin.