AMED TIMES  - Li Çinara navçeya Amedê, neyariya ku 7 sal berê li ser nakokiya zeviyan ket navbera du malbatan, bi lihevhatinê bi dawî bû.


Li Taxa Çinarkoyê ya navçeyê di 2017an da şer derketibû û di encamê da kesek hatibû kuştin û 3 kes jî birîndar bûbûn. Ev şer di navbera malbatên Guneş û Kaplan da bûbû sedema neyariyê.


Bi navçîtiya Qaymeqam Muhammed Fatih Gunlu û rîspiyan va malbat ji bo lihevhatinê hatin qanîkirin.
Li navçeya navendê Baxlarê li maleke şînê merasim hat lidarxistin û endamên herdu malbatan destê xwe dan hev.
Pey ra beşdarên merasimê xwarina lihevhatinê xwarin.

Çavkanî: AA