AMED TIMES – 300 xwandekarên zanîngehan ku li Zanîngeha Dîcleyê mekteba havînê de ders dibinin ji bo piştgiriya Fîlîstînê bi koordinasyona akademisyenan hatin ba hev.

 Xwandekar, ji bo ku balê bikşînin rewşa dawî ya Fîlîstînê ku piştî êrişên Îsraîlê ketine çi rewşê name û helbest nivîsandin û wêne xêz kirin.

Li fakulteya perwerdeyê yê Ziya Gökalp de li pêşangehê de wêneyên hilweşandina Filistînê û berhemên boykotkirî tên nişandan, li fakulteya perwerdeyê ev xebat 4 hefte doma û werê encam da.

Navê pêşangehê "Zarok neyên kuştin, Ji zilmê re bêje ‘bisekine’’’ye û ji bo bala welatiyan bikişîne li cihên cûda yên li bajêr dê were nişandan.

" Xwandekar dengdayînên hest û ramanên wan tîne zimên jî kirin"

Cristiano Ronaldo di dîroka futbolê da bû yekemîn futbolîzê ku 900 gol avêtin Cristiano Ronaldo di dîroka futbolê da bû yekemîn futbolîzê ku 900 gol avêtin

Mahmut Altunhan mamosteyê Beşa Perwerdeya Ewil got ku ji bo hişyariya civakî çêbikin û piştgiriya Fîlîstînê bidin alikariya xwandekaran kiriye.

Altunhan got ku ji bo zilma li Fîlîstînê pêk tê nişan bidin pêşangeh amade kirineû werê got:

"Xwandekar ewilî şer di bîra wan de çawa maye,B E R T E K1 çawa li bandora şer mane veya xêz kirin. Malbatên wan jî alî vê xebatê kirin. Xwîşk û birayên wan ên biçûk jî wêne xêz kirin, name û helbest nivîsandin hest û ramanên xwe anîn zimên. Peyamên ‘Em bi we re ne birayê min ê Xezeyî’, ‘Zarokê Xezeyî’, ‘Zarokê Fîlîstînê’ dan. Name û helbestên xweş şandin ji me re. Xwandekar jî bi dengen xwe hest û ramanên xwe anîn zimên. Me panoya hest û ramanan amade kir. Me dil kir ku hevokek jî be, bendek jî be gotinek ku bibe merhem ji bo birayên me yên Fîlîstînî binivîsînin."

Çavkanî: IHA