AMED TIMES- Li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê şerê bi kêr, di navbera xizmên nexweşan de derket. Di encama şer de, 4 kes birîndar bûn.

Li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê şerê bi kêr, di navbera xizmên nexweşan de derket. Di encama şer de, 4 kes birîndar bûn.

Nîqaşa devkî ya ku li ber Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a navçeya navendî Kayapinara Amedê di navbera xizmên nexweş de dest pê kir, zû veguherî şerê bi kêran. Piştî rûdana bûyerê, gelek ekîbên polîsan sewqî cihê bûyerê kirin.

4 kes birîndarbûn 

Piştî mudaxeleya ewil a ekîbên tenduristiyê 4 kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê û hatin dermankirin.

Ekîbên polîsan, li cihê bûyerê tevdirên ewlehiyê girtin. 

Derbarê bûyerê de, hin gumanbar ji bo îfadeyê birin midûriyeta polîsan.

Heya niha derbarê hûrgilî û sedemên bûyerê de ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn, lê polîs ragihandiye, lêkolîn berdewam e û dê hemû aliyên bûyerê bên zelalkirin.

Çavkanî: NAVENDA NÛÇEYAN (HABER MERKEZİ)