AMED TIMES - Li gorî nûçeya Gerçek Gundemê, li gundê Kuhiyê yê Pasûrê meleyekî hevjîna meleyekî din revandiye û li ser vê yekê di navbera malbatan de alozî çêbûne.

Meleyê bi navê H.A. zêdedir ji 4 salan li gundê Kuhiyê meletî kiriye û hevjîna wî jî bermalî bûye.

Lê meleyê bi navê A.A. hevjîna wî revandiye û biriye Rihayê.

Malbata jina ku hatiye revandin ji melê re gotiye, “Tu dê keça me jî bikujî û meleyê ku ew revandiye jî.”

Der barê bûyera kuştina Narîn Guranê da ji bo 9 gumanbaran daxwaza girtinê Der barê bûyera kuştina Narîn Guranê da ji bo 9 gumanbaran daxwaza girtinê

Piştî ku rîspî û meqûl ketine navberê rewş piçekî aram bûye lê ji bo meleyê ku jina wî hatiye revandin here gundekî bixebite daxwazname hatiye dayîn.

Muxtarê gund Zeynel Şeker diyar kir ku meleyê wan mirovekî gelekî henûn û hêja bû lê niha ji ber vê rewşê derûna wî xera bûye.

Çavkanî: Gerçek Gündem