AMED TIMES- Li Amedê 536 kîloyên madeya hişbir hatin girtin.
Derbarê vê mijarê de, Walîtiya Amedê ragihandin ku di encama operasyona dijî madeyên hişbir de li 2 xalan bi tevahî 536 kîlo esrar hatiye girtin.
Operasyon ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan ya Bajêr ya Amedê ve hat kirin û di encamên van operasyonan de, li 2 xalên ji hev cuda bi giştî 236 kîlo esrar hatiye bi dest xistin.
Di encama operasyonê de hat diyarkirin di navbera rêxistina neyasayî û bazirganiya madeyên hişbir de pêwendî heye.
Di daxuyaniya walîtiyê de hat diyar kirin ku wê operasyonên bi vî rengî bidomin.
Çavkanî: NAVENDA NÛÇEYAN YA AMED TIMESÊ