Tîma Futbolê ya Jinan a Hakkarigucuyê bi kadroya xwe ya nû xwe ji bo lîgê amade dike Tîma Futbolê ya Jinan a Hakkarigucuyê bi kadroya xwe ya nû xwe ji bo lîgê amade dike

AMED TIMES -  Li Yenîşehîra navçeya navend a Amed otomobîlê li motosîklet û peyayan xist, 5 kes birîndar bûn.


Otomobîla bi plakaya 46 VD 677 a ku O.F.T diajot li rêya diyarbekir-Elezîzê li ber derê Hêwana Werzişê ya Seyrantepeyê ji kontrolê derket û li refujê xist.


Otomobîl bi tesîra lêxistinê dîrega hesin a li refujê xist û derbasî aliyê din ê rê bû û li motîskleta bi plakaya 21 ACN 622 a ku K.D diajot û peyayên hewl didan derbasî aliyê din ê rê bibin, xist.


Di qezayê da ajokar, kesekî di motosîkletê da û 2 peya birîndar bûn. Li ser îxbarê ekîbên tenduristî û polêsan sewqî cihê qezayê kirin.

Çavkanî: Amed Times