AMED TIMES- Li Amedê pîrozbahî heta nîvê şevê berdewam kir.
Piştî şampiyoniya Amedsporê pîrozbahiyên li bajêr heta nîvê şevê li noqteyên cuda dewam kirin.
Amedsporê di Lîga 2yemîn a TFFyê de şampiyoniya xwe bi Menemen FKyê 0-0 bi vê encamê û beramber ma û 81 pûan bi dest xist.
Şampiyoniya Amedsporê heta nîvê şevê hat pîrozkirin
Alîgirên Amedsporê piştî pêşbirkê şampiyoniya xwe li gelek deverên bajêr pîroz kirin.
Li cihên wekî Dîclekent, Bulvara Mahabad, Dagkapı û Ofîsê bi def û lûleyan govend gerandin û piştre fîşekên hewayî li dar xistin.
Alîgirên Amedsporê diyar kirin ku bi salan e bêriya şampiyoniyê dikin, heta nîvê şevê li gelek nuqteyan şahî li dar xistin.
Çavkanî: NAVENDA NÛÇEYAN YA AMED TIMESÊ