AMED TIMES-  Li Amedê di navbera 24-25-26ê Gulanê de dê Rojên Belgefîlmên Ekolojîk ên Gerok were lidarxistin.

Qonaxa duyem a Rojên Belgefîlmên Rojên Ekolojîk Amed e. Di çalakiyên nîşandana belgefîlman de dê gotûbej û panel werin lidarxistin. Çalakî dê di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de werin lidarxistin û dê bê pere bin. 

Bernameya Belgefîlman 

Bername di 24ê Gulanê de, li Navenda Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê dike. Di saet 18.00an de belgefîlma “Xelaya li ber derî” (Kapidakî Kitlik) a derhêner Bûrak Yucel û Gul Aslan dê were nîşandan. 

Di 25ê Gulanê saet 14.00an de belgefîlma derhêner Reber Dosku ya bi navê “Siddik û panter” li Şanoya Bajêr a Amedê were nîşandan. 

Dîsa belgefîlma derhêneriya wê Zelal Sadak dike a bi navê “Asefvan Xewn, Giha” (Asefçiler, Ruyalar, Otlar) û belgefîlma derhêneriya wê Mûstafa Orman kiriye a bi navê “Dengê Raduoya Erîvanê li ku derê ye” (Erivan Radyosunun sesî nerede) dê saet 20.00 li Zarok Mayê wer were nîşandan. 

Di 26ê Gulanê saet 16.00an de li Navenda Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê panela “Li dijî hilweşandina rêveberiyên xwecihî de avakirina ekolojîk” (Yerel yonetîmde yikima karşi ekolojîk înşa) dê wer nîşandan. 

Dê di moderatoriya panelê Çîlem Aydin bike û rojnameger û nivîskar Yûsûf Gursucu û endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jîneolojiyê Rûşen Seydaoglû wek axiver tev li bibin. 

 Di 26ê Gulanê saet 18.00an de jî li navenda kongreyê dê fîlma “Wandarî” were nîşandan. 

Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê