AMED TIMES- Li Amedê di şerê çekdarî de 3 kes birîndar bûn.

Li Amedê di şerê çekdarî de 3 kes birîndar bûn. Bûyer duh li taxa Fatîhê ya navçeya Rezanê çêbû.

Li gorî agahiyên ber dest di navbera du grûp esnafên cînar de ji ber kevokan nîqaş derket. 

3 kes birîndar bûn 

Piştî ku nîqaş çêbû her du grûpan bi çekan êrişî hev kir. Di encama vê êrişê de 3 kes birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê. Hêzên ewlehiyê li ser bûyerê lêkolîn da destpêkirin.

Çavkanî: NAVENDA NÛÇEYAN YA AMED TIMESÊ