AMED -Di qezaya trafîkê ya ku li navçeya Bağlara Diyarbekirê qewimî de trêna barhilgir û wesayiteke ticarî ya sivik li hev qelibîn. Di bûyerê de ajokar û kesê li kêleka wî birîndar bûn.

Bûyer li texma Sîteya Dericileran ya li ser rêbejahiya Amed-Mêrdînê qewîmî. Di qezayê de 2 kes birîndar bûn. Mücahit Atli û Osman Orman ên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbiyê.

Omer Atli yê bêyî birîndar bibe ji qezayê filitî, diyar kir ku ji ber li wê texmê bariyerên kontrolkirina rê xerabe ne tim qeza çêdibin.  Wi diyar kir ku ji ber ku bariyer tûne bûne demeke dirêj li benda hatine têrnê sekinîne û gava trên nehatiye derbas bûne û gava derbas bûne jî qeza kirine. 

Atli xwest rojek berî rojekê çareyek bê dîtin. 

Çavkanî: Amed Times