AMED TIMES- Li gorî agahiyan balafira aîdê şîrketa A-Jetê ku biçe Balafirgeha Sabiha Gökçenê ji Şirnexê bi rê ket.
Piştî ku balafir bi rê ket zarokekî 5 salî nexweş ket. Mûdaxeleya ewil a ji aliye tîmên kabînê ve hat kirin û diyar bû ku zarok krîza epilepsiye derbas dike.
Tîmên kabînê rewş ji pîlotê balafirê re gotin ji ber vê yeke pîlotê balafirê bi berpirsên Balafirgeha Qeyseriyê ve ket têkiliyê û ji wan daxwaza tîmên tendûristiyê xwest.
Piştî veya jî ji Balafirgeha Qeyseriyê îzna hatina xwarê ya balafirgeha wan xwest. Balafira A-Jetê bi awayekê bê pirsgirêk li Balafirgeha Qeyseriyê hat xwarê û zarokê ku kriz derbas kir bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.
Çavkanî: AA