Der barê bûyera kuştina Narîn Guranê da ji bo 9 gumanbaran daxwaza girtinê Der barê bûyera kuştina Narîn Guranê da ji bo 9 gumanbaran daxwaza girtinê

AMEDTIMES- Tekane debara gundiyan berhemanîna xwê ye, ji bîrê avê dikşînin û li hewizan 2 rojan didin sekinandin piştre wê avê li hewizên biçûk dirijînin. Qasî hefteyekê ew av li wan hewizan dimîne av her ku ji hewa germ zuha dibe xwê li bine hewizan xuya dibe û tê komkirin. Wan xwêyan gor paketên 10, 25 û 50 kîlogramê dabeş dikin û ji bo firotinê amade dikin. Xwê ji bo tirşî, qelî û penîrê pir tê karanîn.

‘’Ji bilî berhemanîna xwê tu debara me nîn e’’B A T M A N1

Mixtarê gundê Kûrerê dibêje ku ev kar ji kalikên wan ji wan re maye û ew bi salan e berhemanîna xwê dewam dikin.

Berhemanîna xwê ji biharê dest pê dike heta 4 mehan didome. ‘2Li gundê me 40 mal hene û hemû jî vê kare dikin, em debara xwe bi berhemanîna xwê dikin. Gundê me gündeki bi daristan e, ji bilî berhemanîna xwêyê tu kare me jî nîn e.’’

Xwêyên xwe an li ser rê an jî bi sîparîşan difroşin û ji Amedê û Wanê xwê şandine gelek bajaran. Ji ber berhemanîna xwêyê gundî li gund dimînin ciwanên gund jî havînê li gund dimînin û alikarîya mezinên xwe dikin.

Yüksel dibêje ku hewaya germ ji bo berhemanîna xwê pir girîng e.

Çavkanî: AA