Federasyona Komeleyên Jinan li ser kuştina jinan raporek belav kir Federasyona Komeleyên Jinan li ser kuştina jinan raporek belav kir

AMED TIMES – Li bajaroka Kotniyê ya Bêdlîsê ajalên welatiyekî telef bûn û li gundê Mişexşenê jî ajalên nexweş hatin tespitkirin Reveberiya Çandinî û Daristanan ya Bêdlîsê nimune ji ajalan girtin şandin Laboratuwara Navenda Lêkolîn û Kontrola Beytarî ya Elazîzê. Piştî ku ji laboratuwarê encama nexweşiyê pozîtîf derket li gundê Mîşextiyan û bajaroka Kotniyê karantina hat ragihandin.

Karantînaya 15 rojan dest pê kir

Ji bo ku nexweşî belav nebe bajarok û gund 15 rojan girtin karantînayê. Ji ber bûyerê Qeymeqamtiya Norşênê li hesabê xwe yê fermî ya  medyaya civakî daxuyand ku; ‘’26ê tebaxê ya 2024an de li nimuneyên ku li taxa Pavê hatine girtin nexweşiya şarbonê hatiye tespîtkirin. Gor kanuna 5996 Xizmetên Beytarî, Tendûristiya Nebatan, Qanuna Zad û Êman Komisyona Zabitan ya Navçeya Norşênê û bi seroktiya Qeymekam Mehmed Zahid Uzun di 27.08.2024an de biryarên li hemberê nexweşiya şerbê hatine girtin. Piştî encamên pozitif li herêmê xebat bi lezgînî hatine destpêkirin. Gundên Pav, Çapkis, Axeçûr, Mozek, Sirît, Mişexşen û bajarok Kotiyê û hemû taxên bajarokê ketin û derketina ajalan qedexe ne. Ji bo nexweşî li mirovan jî belav nebe ji aliye Rêveberiya Çandinî û Daristanan vaksina welatiyan dest pê kirin. '’

Çavkanî: Halk Tw