Li Almanyayê êrişa çekdarî: Kesek ji aliyê polîsan ve hat kuştin Li Almanyayê êrişa çekdarî: Kesek ji aliyê polîsan ve hat kuştin
AMED TIMES - Li bajarên Kurdan ên ku şaredariyên wan di destê DEM Partiyê de ne, nivîsên trafîkê yên bi Kurdî yên wekî “Hêdî” û “Pêşî Peya” tên nivîsîn. Piştî fermana Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê, ev nivîsên Kurdî yên ku DEM Partî dinivîse yek bi yek tên jêbirin. Piştî Amed, Wan, Êlih û Mêrdînê îro jî li Cadeya Orhan Doganê ya Cizîrê nivîsên trafîkê yên bi Kurdî “Pêşî Peya” hatin jêbirin. Rakirina nivîsên Kurdî yên li bajarên Kurdan rastî nerazîbûneke zêde hat û raya giştî ya Kurdan bertekeke zêde nîşan da. "Sond û qesem e..." Li hêla din, Hevserokê Şaredariya Cizîrê Abdurrahîm Durmuş wêneyên nivîsên ku hatine jêbirin parve kirin û got: "Sond û qesem e, hûn çi qasî jê bibin em dê ew qasî binivîsin. Hûn çi qasî me înkar bikin em dê ji bo hebûna xwe israr bikin."
Çavkanî: Rûdaw