Der barê bûyera kuştina Narîn Guranê da ji bo 9 gumanbaran daxwaza girtinê Der barê bûyera kuştina Narîn Guranê da ji bo 9 gumanbaran daxwaza girtinê

AMED TIMES - Li Colemêrgê bi hinceta ku di dawetê de “propgandaya PKKyê” kirine 4 stranbêjên Kurd hatin girtin.

Li Colemêrgê 28ê Tirmehê li Taxa Simbilê polîsan bi ser dawetekê de girt û bi hinceta “propagandaya PKKyê” 5 stranbêj desteser kirin.

5 stranbêjên Kurd ku ew biribûn Rêveberiya Ewlehiyê ya Colemêrgê û piştî karên îfade wergirtinê îro ew birin Dadgeha Colemêrgê.

Ji 5 stranbêjan 4 ji wan ji aliyê dadgehê ve bi hinceta “propagandaya PKKyê” hatin girtin û yek jî hat berdan.

Di rojên dawî de li gelek bajarên Tirkiye û herêmê bi dehan kes bi hinceta govendên Kurdî û bilindkirina dirûşman hatine desteserkirin û girtin.

Çavkanî: Rûdaw