AMED TIMES- Li Dîlokê birûskê li tramvayê da.
Li Dîlokê birûskan li du cihan li tramvayên nava bajêr da û yek ji wan şewitî.
Ji ber barana gur birûskê li du cihan li tramvayên nava bajêr da, tramvaya di xeta navbera rawestgehên Gar û Karataşê de çûnûhatin dikir şewitî û û gelek rêwî tê de asê man.
Piştê bûyerê tîmên Parastina Sivîlan çûn cihê travmayê. Rêwî ji tramvayê hatin derxistin û agir ji aliyê tîman ve hat vemirandin.
Birûsk li tramvayan daye
Şaredariya Dîlokê derbarê vê bûyerê de daxuyaniyeke wiha belavkir:
“Ji ber barana zêde li du cihan birûskê li xeta tramvayê ya nava bajêr daye, di bûyeran de tramvayek şewitiye û ji kar ketiye. Yek ji birûskan bûye sedem ku trafîka di xeta Golluce û Taşlicayê bo demek raweste. Birûska din jî bûye sedem ku di xeta Karataş û Garê de li cihê tramvaya şewitî hejmara otobusan were zêdekirin.”