AMED TIMES- Li navçeya Belqisê ya Dîlokê 2 motorsîklet li hev qelibîn û ajokarên her motorsîkletan di bûyerê de jiyana xwe ji dest da.

Qeza şeva borî li Taxa Sultan Abulhamîtê ya navçeya Belqisê ya Dîlokê rûda. 

Her du ajokar mirin 

Li gorî agahiyan, motorsîkletên ku welatiyên bi navên Hasan Ç. û Umut Can D. diajotin li hev qelibîne û ajokarên her du motorsîkletan li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Piştê bûyerê tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê û termê her du ajokaran birin Nexweşxaneya Dewletê ya Belqisê.

Çavkanî: NAVENDA NÛÇEYAN YA AMED TIMESÊ