AMED TIMES  Qeza êvarê li ser rêya Çînçîn-Dîlokê de pêk hat. Otomobîla ku bi plakaya 27 ASJ 755 ku ber bi dîlokê ve diçû ji kontrole derket li kamyona bi plakaya 02 AEP 552 Ömer Çelik diajot qelibî.

Bi bandora qelibinê otomobil bû xurde, kesên ku şahide bûyerê bûn agahiya AFAD, îtfaîye û tîmên tendûristiyê çêkirin. Brîndar bi alikariya tîman ji wesayitan derxistin. 2 xwîşkên ji wan bi navên Esma Aydın û Zeynep Kübra Aydın li  cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan.

8 kesên birîndar jî rakirin nexweşxaneyên Dîlokê. Hin birîndarên tedawiya wan dewam dikin birînên wan giran in û rewşa wan nebaş e. Termên her du xwîşkan Esma û Zeynep Kübra Aydın ji bo otopsiyê birin morgê. Ji bo qezayê jî lêpirsîn hat destpêkirin.

Li Almanyayê êrişa çekdarî: Kesek ji aliyê polîsan ve hat kuştin Li Almanyayê êrişa çekdarî: Kesek ji aliyê polîsan ve hat kuştin

Çavkanî: DHA