Jinebiyên Efxanistanê rûberûyî zehmetiyan dibin û ji gelek mafên bingehîn ên jiyanê bê par dijîn.
Li cîhanê zêdetirî 258 mîlyonan jinebî hene û li gelek welatan jinebî ji gelek mafên destûrî bê par in.
Hikûmeta Efxanistanê yek ji wan welatan e ku di van 3 salên dawî de mafên jinan û jinebiyan bin pê dike.
Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî (NY) di warê mafên mirovan û azadiyên bingehîn de jin û jinebiyên li Efxanistanê dijîn gelekî mexdûr bûne.
Neteweyên Yekbûyî (NY) 23yê Hezîranê wekî “Roja Jinebiyên Cihanê” diyar kiriye. Slogana îsal a NYyê li cihanê parastina destkeftî û wekheviya zayendî ya jinebiyan e li nava civakê.
Hukimdariya Talîbanê, têkçûna rewşa aborî, hejarî û bêkarîya berbelav û astengkirina kar û xebatên jinan rewşa aborî ya jinan û jinebiyan li Efxanistanê xirabtir kiriye.
Li gorî nûçeya BBCyê jin rûb,rîyî binpêkirinên cûr bi cûr, destdirêjiyê û êriş û tûndiyê dibin.
“Li nava zeviyên gund kar dikim”
Melalî (Navekî Mustear e.) jinebiyek e. Hevjînê Melaliyê di nava artêşê de lêşker bûye û beriya 3 salan li parêzgeha Helmandê di şerê Talîbanê de hatiye kuştin.
3 zarokên Melaliyê hene. Zarokên wê 5, 8, û 11 salî ne. Malbata mêrê Melaliyê ew ji Kabulê birine gund.
Melaliyê li ser rewşa xwe wiha got:
“Birayên hevjînê min ji min re got, ‘Heger tu birçî bimînî, li gund birçî bimînî baştir e, xebata di malên mirovan de şerm e’ ez anîm anîn gund.
Niha li gund kar nemaye, di meha Remezanê de min xêr û fitre distandin lê aniha ew jî tune . Niha car caran zeviyan diçinim û debara xwe pê dikim.
Li nava zeviyên gund kar dikim.”
Di malbatê de tekane “zilam” kurê mezin ê Melaliyê yê û ew 11 salî ye.
Kurê Melaliyê jî di warê aborî de alîkariyê dide dayika xwe û li cadeyan benîştan difiroşe.
Li gorî gotina Melaliyê, ew benîştan dixe çenteyê kurê xwe da ku li kuçe û bazaran bifiroşe û ji bo debara malê alîkariyê bide dayika xwe.
“Şerê berdewam bûye sedema zêdebûna jinebiyan”
Şerê 40 salî yê bênavber Efxanistan kiriye yek ji wan welatên herî hejar û bûye sedema zêdebûna jinebiyan.
Şemim (Navekî Mustear e) pîrejinek e, hevjînê wê zêdetirî 40 sal in winda ye lê belê hîn jî çavên wê li vegera hevjînê wê ye.
Hevjînê Şemimê beriya niha bi 40 salî hatiye desteserkirin û heta niha jî bêserûşûn e.
Hevjînê Şemimê 40 sal in bêserûşûn e
Şemimê ti carî bê hêvî nebûye û ew her li benda wî bûye. Ew bendawariya xwe wiha tîne ziman:
“Di serdema Hafizulah Emîn de bû wê demê keça min tenê 6 mehî bû. Hevjînê min hat girtin û avêtin zindana Pulçerxiyê.
Ez bi salan li bendê bûm û her roj min digot qey ew dê vegere."
Hevjînê Şemimê qet venegeriyaye û Şemim ti tiştî li ser aqûbeta wî nizane.
Şemim demekê diçe Pakistanê dema ku ji Pakistanê vedigere ti tiştî wê li cihê xwe namîne mala wê hatiye wêrankirin.
Jiyana Şemimê di nava malên birayên wê de derbas dibe ew wisa behsa serpêhatiya xwe dike:
“Ez 10 salan li Pakistanê mam, dema ez vegeriyam mala min nema bû wêran bû.
Hin caran li mala birayekî û hin caran jî li mala birayekî din dimam. Jiyan wisa derbas bû.
Keça min zewicî, ez van salên dawî bi tenê mae û hîn jî bêmal û bêwar im”
“Jinebî di bin mîkroskopa civakê de ne”
Li gorî gotina civaknas Fatma Sarkashê jinebiyên Efxanistanê di bin mîkroskopa civakê de ne.
Fatma Sarkash bi xwe jî li Efxanistanê ye û wisa behsa rewşa jinebiyan dike:
“Dema jin dibin jinebî, ji bilî xemgîniya ji destdana hevjînê xwe, neçar dibin ku zextên civakî jî hilgirin.
Ew êdî dikevin bin mîkroskopa civakê. Civak wisa difikire ku dikare zextê li jinebiyan bike. Jinebî rûberûyî zexteke derûnî û civakî dibin.”
Li gorî gotina Şemimê, jinebiyan beriya hukimdariya Talîbanê ji aliyê hikûmetê alîkariyeke kêm a aborî distandin lê niha ew jî qût bûye.
Mêrê Melaliyê di şerê hikûmetê û Talîbanê de hatibû kuştin.
Aniha hikûmeta Talîbanê ti alîkariyeke aborî nade Melaliyê.
Li gorî gotina Fatma Sarkashê, berê herî kêm derfeta karkirina jinan hebû lê belê bi hukimdariya Talîbanê re ew derfet ji destê wan hatiye standin.
“Beriya Talîbanê rewşa jina û jinebiyan baştir bû”
Fatma Sarkashê behsa rewşa jinan û jinebiyan a piştî Talîbanê kir û wiha got:
“Di serdema hikûmetê de bi awayekî kêm jî sîstemeke piştgiriya jinan û jinebiyan hebû û şert û mercên kar ji bo jinan baş bûn û jinan kêm zêde dikaribûn biryarê li ser jiyana xwe bidin.
Piştî ku rejîma Talîbanê hat ser desthilatê ew derfet ji destê jinebiyan hat standin.
Jinebî bi xwe ne xwedî kar in û ne jî ti kes dikare alîkariya wan bike. Ew di rewşeke ne baş de ne.”
“Jinebî darbeyên psîkolojîk, civakî û aborî dixwin”
Menîje Remziyaya Efxanî jî li Tirkiyeyê mamosteya zanîngehê ye.
Menîje Remzîyeyê di wê baweriyê de ye ku dema jin hevjînên xwe li Efxanîstanê winda dikin 3 derbeyan dixwin.
Li gorî Menîje Remziyeyê derbeyên ku jin û jinebî dixwin psîkolojîk, civakî û aborî û ne.
Menîjeyê Remziyeyê wiha behsa dîmenê giştî yê jinên Efxanistanê dike:
“Berê li Efxanistanê jiyan ji bo jinên nexwende û nedixebitîn dijwartir bû.
Piştî hilweşîna hikûmetê jiyana jinên nexwende û xwende hemûyan bû wekî hevdû û rewşa wan xirabtir bû.
Niha her du komên jinan jî nikarin bixebitin, nikarin debara zarokên xwe bikin û di bin zextên derûnî û aborî de ne.”
Li gorî amarên herî dawî hejmaran jinan li Efxanistanê 14 milyon e.
Li Efxanistanê hejmara jinên ku “malxwêya malê” ne nayê zanîn û statîstîkên heyî ne rast in.
Wezareta Karûbarên Şehîdan Talîbanê 2023yan ragihandibû ku wan 80 hezar jinên ku debara malê dikin û malxwêya malê ne li cem xwe qeyd kirine.
Her wiha amarên jinên jinebî yên Efxanistanê jî nayên zanîn û statîstîkekên heyî ne rast in.
Li gorî pisporan, hejmara jinan jî li wî welatî gelekî zêde ye û li gelek deverên çiyayî yên Efxanîstanê agahiyên jinebiyan nayên bidestxistin.