AMED TIMES - Li gor agahiyên hatine ragihandin, otobusa rêwayan a fîrmaya Agiriyê ya bi plaqeya 04 AAV 951 ji Îzmîrê dihat û diçû Agirî, li nêzî Polatliya navçeya Enqereyê, li piyê pirekî dixe û qeza dike, di encama qezaya trafîkê de kêmtirîn 11 kes canê xwe ji dest dane, 26 kes jî birîndar bûne. 

Piştî îhbara qezayê tê kirin, tîmên îtfayê, ambûlans û hewarçûnê ji bo ciyê buyerê hatin veguhastin û birîndarên hatin rizgar kirin, ji bo nexweşxaneyan hatin veguhastin. 

Piştî qezayê rê ji çûn û hatina wesaîtan ra hat girtin.

Kêmtirîn 11 mirî, birîndar hene

Parêzgarê Enqereyê Vasîp Şahîn, di destpêkê de ragihandibû ku 9 mirî û 24 birîndar hene.

Li piştî kurte demekî diyar bÛ ku hêjmara kesên canê xwe jidest dane derketiye 11an. 

Parêzgar Şahîn, ji bo kanaleke medyayî daxuyand ku "Rêçên frênê tunene, dibe ku ji ber raketinê bûbe, di destpêkê de şîrove û pêşbîbiyên wiha tên kirin, lê di demjimêrên pêş de dê hên me yên teknîkê sedema rastî derbixin holê. Agahiyên ku şofêrê (ajotkarê) otobusê jî di nav mirîyan de ye heye."

Tîma Futbolê ya Jinan a Hakkarigucuyê bi kadroya xwe ya nû xwe ji bo lîgê amade dike Tîma Futbolê ya Jinan a Hakkarigucuyê bi kadroya xwe ya nû xwe ji bo lîgê amade dike

"Otobus bilez bû"

Ajotkarê bi navê Murat Turkoglû ku di serdema qeza çê buye de, li pişt otobusê seyara xwe diajot, da zanîn ku ew jî ber bi Polatliyê ve diçû û der barê qezayê de wiha got: "Em ji Temmeliyê bi hev re derketin, jixwe em li pişt hev bûn. Otobus piçek bilez bû, 2-3 km beriya ciyê qezayê, otobus çend caran lihev çû û hat piştre li pirê xist. Hin parçeyên ji otobusê pekiyan li seyara me ketin. Me paş ve selektor kir, pê li korneyê kir lê deng neçûyê."  

Çavkanî: AA