AMEDTIMES- Parêzgariya Erzeromê li ser malpera fermî ya parêzgariyê ragihand ku li nav sînorên parêzgehê li cih û qadên vekirî vexwarina alkolê qedexe ye û kesên vexwin dê werin cezakirin.

Tîma Futbolê ya Jinan a Hakkarigucuyê bi kadroya xwe ya nû xwe ji bo lîgê amade dike Tîma Futbolê ya Jinan a Hakkarigucuyê bi kadroya xwe ya nû xwe ji bo lîgê amade dike

Li gorî biryara parêzgariyê li van cihên jêr vexwarina alkolê qedexe ye:

  • Li park, baxçe û seyrangehan
  • 200 metre nêzîkî dibistan, saziyên perwerdeyê û wargehên xwendekaran
  • 200 metre nêzîkî îbadetxaneyan
  • Li termînalan
  • Li cih û şûnwarên dîrokî û çandî
  • Li avahiyên bi cîh hatine hiştin, avahî û avahiyên wêranbûyî
  • Li goristan û bin piran

Kesên biryara qedexeyê cîbicî nekin dê li gor Xala 32emîn a Yasaya Qisûran (Qebehet) a hejmar 5326 bên cezakirin.

Çavkanî: Rûdaw