AMEDTIMES- Li Tirkiyeyê bi tevahî 403 girtîgeh hene û kapasîteya wan 295 hezar û 328 e.Lê di van girtîgehan de 342 hezar û 526 kes hene.

Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê ji bo çêkirina 5 girtîgehên din karên yasayî temam kirin û bi kompanyayan re peyman hatin îmzekirin.Girtîgehên nû dê li parêzgehên Sêrt û Dêrsimê, Zonguldak, Kutahya û Gîresunê yên Tirkiyeyê bên avakirin.Pereyên ku ji bo çêkirina van girtîgehên nû hatine veqetandin wiha ne:

Sêrt: 819 milyon û 571 hezar lîre (24 milyon û 250 hezar dolar)

Dûpişk digirtin, 387 hezar lîre ceza lê hat birîn Dûpişk digirtin, 387 hezar lîre ceza lê hat birîn

Dêrsim: 909 milyon lîre (Nêzîkî 27 milyon dolaran)

Zonguldak: 837 milyon lîre (nêzîkî 25 milyon dolaran)

Kutahya: 124 milyon û 976 hezar lîre (3 milyon û 700 hezar dolar)

Gîresun: 780 milyon û 895 hezar lîre (23 milyon dolar)

Sala 2021ê ji bo girtîgeha ku dê li Kutahyayê were çêkirin bi 17 milyon û 528 hezar lireyan peyman hatibû îmzekirin lê nehatibû temamkirin.

Dîsa sala 2021ê ji bo girtîgeha ku dê Gîresunê bê çêkirin bi 72 milyon û 300 hezar lireyî peyman hatibû îmzekirin lê ew jî nehatibû temamkirin.

2002yan 59 hezar û 429 girtî hebûn

Li Tirkiyeyê sala 2002yan 59 hezar û 429 girtî hebûn lê niha hejmara girtiyan 342 hezar û 526 e.