Li Midyadê otomobîla ku agir pê ket hat vemirandin Li Midyadê otomobîla ku agir pê ket hat vemirandin

AMEDTIMES-  Rêveberiya Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ku xebatên xwe yên zêdekirina kapasîteyan di mehên havînê de didomîne, bîreke nû li Hewzeya Ava Vexwarinê ya Gozeliyê zêde kir.

 Di encama xebatên ku ji aliyê ekîban ve hatin kirin de di kaniya bi kûrahiya 550 metreyî de 45 lître di saniyeyê de berberiya avê hat tespîtkirin.

 Têkiliya depoyê dê were çêkirin

 Pêvajoyên ceribandinê yên ji bo xebitandina bîrê bi serfirazî pêk hatin.  Piştî ku nimûneyên li Tesîsên Palandina Ava Vexwarinê bên lêkolînkirin û encam erênî bûn, ava ku ji bîrê tê wergirtin dê bi tanga Ava Vexwarinê ya Gozeliyê ve were girêdan.

 'Me bîrên avê anîn bajarê xwe'

 Rêvebirê Giştî yê DÎSKÎyê Mehmet Şerîfoglu, diyar kir ku li gorî zêdebûna nifûs û aboneyan pêdiviya bajêr bi avê re roj bi roj zêde dibe û wiha got: “Em li Hewzeya Ava Vexwarinê ya Gozeliyê rojane bi qasî 22 hezar metrekup ava kaniyê peyda dikin. Ji bo ku di ava vexwarinê de bi taybetî di mehên havînê de pirsgirêk çênebin, me xebatên sondajê yên ku ji aliyê ekîbên li Hewzeya Ava Vexwarinê ya Gozeliyê ve hatibûn vekirin di demeke kin de temam kirin û me sondajeke nû anî ku ew bi 45 lître di saniyeyê de di kûrahiya 550 metreyî de ber bi bajarê me ve avê dipişkîne.

Çavkanî: Şarederiya Bajarê Mezin a Amedê