AMED TIMES -   Xelkê Îran ji bo hilbijartina serokkomarê 14an diçe ser sindoqan.

Li Îranê ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê dengdayînê dest pê kir.

Piştî ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di qezaya helîkopterê de miribû, ji bo hilbijartina serokkomarê nû, hilbijartin hate lidarxistin.

Ji ber tu namzetan di tura ewil de ji sedî 50 deng nestandin, her du namzetên dengên zêde stendin ji tûra duyemîn re man. 

Namzetê reformist parlamenterê Tebrîzê û Wezîrê Tenduristiyê yê berê Mesûd Pezeşkiyan û namzetê muhafazakâr Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî Saîd Celîlî ji bo 14’emîn Serokkomariya welat ketine pêşbirkê. 

Li gorî daneyên Navenda Hilbijartinê ya Wezareta Karên Hundir li welatê ku 88 milyon nifûsa wê heye dê 62 milyon hilbijêr zêdetirî 59 hezar navendan bikarin dengê xwe bikarbînin.

Her wiha li navendên hilbijartinê yên li 95 welatan hatine avakirin hemwelatiyên Îranê dikarin deng bikarbînin. 

Dengdanê saet 08:00an dest pê kir û dê heta 18:00an berdewam bike lê Navenda Hilbijartinan dikare dema dengdanê dirêjtir bike.

Li Îranê serokkomar ji bo 4 salan tê hilbijartin û kesek dikare tenê du serdeman li ser hev bibe serokkomar.

Di tura ewil de tevlibûn bûbû ji sedî 40 û ev jî rêjeya herî kêm a di dîroka welat de bû. Pezeşkiyan ji sedî 42,5 deng wergirtin û Celîlî jî ji sedî 38,6 deng wergirtin. 

Çavkanî: Amed Times