Tîma Futbolê ya Jinan a Hakkarigucuyê bi kadroya xwe ya nû xwe ji bo lîgê amade dike Tîma Futbolê ya Jinan a Hakkarigucuyê bi kadroya xwe ya nû xwe ji bo lîgê amade dike

AMED TIMES – Vemirandina agirê daristanan ya navçeya Karşıyakayê ya Îzmîrê do bi êvarê li Çiyayên Yamanlarê bi her awayê bê navber berdewam dike. Gor agahiyan dûyên pir giran li herêmê belav dibe û bibandora bayê ve agir gihîştiye xaniyan.

 Waliyê Îzmîrê Suleyman Elban ji hesaba xwe ya Xê got ku xelkên ku li wê herêmê dijîn bi awayekî lezgîn hatine dûr xistin. Rêveberiya Daristanan ya Îzmîrê roja Înyê daxuyaniyek belav kir û got agir êvara pêncşemiyê 21.10an de dest pê kir û bi bandora bayê hêzdar belav bûye.

Çavkanî: Navenda Nûçeyan