Cristiano Ronaldo di dîroka futbolê da bû yekemîn futbolîzê ku 900 gol avêtin Cristiano Ronaldo di dîroka futbolê da bû yekemîn futbolîzê ku 900 gol avêtin

AMED TIMES - Li gor agahiyên ku Ajansa Meteorolojî ya Japonya ragihandine, li devera eyaleta Miyazakî ku li başûrêrojavayê Japonyayê ye, di demjimêr 16:43an de bi pleya 7.1 erdhêj çê bûye. 

Hatiye diyar kirin ku bûmelerz (erdhêj) 30 km di kûrahiya erdê de pêk hatiye û rayedarên Japonyayê, hişyarî daye ku li hewildoriya eyaletên Koçî û Miyazakî metirsiya tsûnamiyê heye. 

Piştî erdhêjê hin seferên trênên (şîmendîferên) lezgîn hatine rawestandin. Di der barê zirarên maddî û canî de yên di erdhêjê de; agahdarî nehatine dayîn. 

Çavkanî: HABER MERKEZİ